Wezareta Tenduristiyê li ser rewsa dawî ya Koronayê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di derbarê rewşa dawî ya belavbûna vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, ji ber xerabiya rewşa vîrusa Koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan, Wezîrê Tenduristiyê îro serdana Duhokê kir.
Wezareta Tenduristiyê li ser facebookê da zanîn: ‘‘Ji ber rewşa xerab a vîrusa Koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan, îro serê sibê Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî gihîşt Duhokê.’’
Herwiha hat eşkerekirin, di planeke nû ya çareserkirina nexweş û dabînkirina pêdivî û amadekariya zêdetir û vekirina nexwaşxaneya din a taybet a ji bo wergirtina pêketiyên vîrusa Korona, Wezîrê Tenduristiyê serdana saziyên tenduristiyê dike.
Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir: ‘’Mixabin rewşa belavbûna Koronayê gelek xerab e, heta saet 12ê şev jî, hejmareke pir zêde ya pêketiyên vîrusa Koronayê hatiye tomarkirin û hejmar gelek zêde ye û piraniya pêketiyan jî li parêzgeha Duhokê ne.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin