Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin: 16 wefat û 317 pêketiyên nû hene
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de 16 nexweşên din vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û 317 pêketiyên nû hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir; kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane; mêrek li Heseke, jin û mêrek li Qamişlo, mêrek ji Dêrikê, du mêr ji Kobanê, 3 mêr û jinek ji Reqayê, mêr û jinek ji Tebqa, mêrek ji Mibicê û du mêr û jinek ji Şehbayê ne.
Herwiha hat ragihandin ku 317 kesên din bi Covid-19 ketine û 10 pêketî jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketîyên vîrusa koronayê li Rojavayê kurdistanê gihîşt 33 hezar û 960 kesan, hejmara miriyan bû hezar 225 ke û heta niha 2 hezar û 380 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin