Rojava I Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

21 February 2022 21:18 0 dîtin
Rojava I Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rewşa 24 saetên dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.

Desteya Tenduristiyê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 12 kesên din ên bi koronayê ketine hatine tomarkirin û ti haleteke mirinan çênebûye.

Bi van amarên dawî re heta niha li Rojavayê Kurdistanê 38 hezar û 321 pêketiyên vîrusa koronayê hatine eşkerekirin ku ji wan 2 hezar û 554 baş bûne û hezar û 546 kes jî mirine.