Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin: 16 wefat hene
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rewşa 24 saetên borî ya vîrûsa Koronayê (Covid-19) eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di 24 saetên borî de 16 kes ji ber koronayê mirine û 146 pêketiyên nû yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) hatine tomarkirin ku 12 nexweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 35550 kesan, ji wan 2451 kes baş bûne û 1357 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin