Rojava | Rewsa dawî ya vîrusa koronayê hat eskere kirin

09 November 2021 21:37 0 dîtin
Rojava | Rewsa dawî ya vîrusa koronayê hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di 24 saetên dawî de, 9 kes ji ber vîrusa koronayê mirine û 146 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û eşkere kir, 9 kesan bi Koronayê can dane û 146 kesên din pê ketine.

Herwiha da zanîn ku 7 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek pêketiyên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîşt 36722 kesan, ji wan 2485 kes baş bûne û 1462 kes jî mirine.