Rewsa dawî ya vîrusa koronayê li Cîhanê: Hejmara mirinan nêzî 4 milyonan bû
PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara pêketîyên vîrusa koronayê ji 180 mîlyonan ya mirinan jî 3 milyon û 900 hezar kesan derbas kir.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 180,007,746 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 34 mîlyon e. Piştî Amerîka bi zêdetirî 30 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li pey wê jî bi 18,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Ji ber vîrusa koronayê li temamê cîhanê heta niha 3,900,535 kesan can daye ku Amerîka bi 603,178 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û piştî wê jî bi 393,310 mirinan Hîndistan tê.
Vîrusa koronayê (Covid-19) di dawîya sala 2019an de cara pêşî li bajarê Wuhan yê eyaletda Hubei ya Çînê hatibû dîtin û piştre li hemû welatîn cîhanê belav bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin