Rojava | Amarên dawî yên rewsa vîrusa koronayê hatin eskere kirin

23 May 2021 16:13 0 dîtin
Rojava | Amarên dawî yên rewsa vîrusa koronayê hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 78 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, di nav 24 saetên borî de 3 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye ku 1 kes li Hesekê û 2 kes li Qamişlo ne.

Dr. Mistefa diyar kir, 78 kes jî bi vîrûsa koronayê ketine ku ew jî 6 kes li Hesekê, 12 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê, 6 kes li Kobanê, 24 kes li Reqayê, 19 kes li Teqayê û 4 kes li Minbicê û 2 kes li kampa Holê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku 3 kes jî di 24 saetên dawî de ji vîrusê baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine gihîşt 17441 kesan, ya mirinan bû 717 kes û heta niha 1766 kes jî baş bûne.