Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hat eskerekirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 79 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 4 kesan ji ber wê can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 saetên dawî de, 4 kesan can dane.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser eşkere kir; 79 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 6 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 10 kes li Dêrikê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanî, 27 kes li Tebqayê, 10 kes li Reqayê û 10 kes jî li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, di nav 24 saetan de 8 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihiştiye 7777 kesan, ji wan 1102 kes baş bûne û 259 kesan jî can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin