Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê hatin eskerekirin: 5 kesan can dan
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 190 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 5 kesan can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, di 24 saetên dawî de, 5 kesan can ji ber Koronayê can dane.
Herwiha Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir: ‘‘190 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û ji wan 25 kes li Hesekê, 17 kes li Qamişlo, 14 kes li Dêrikê, 7 kes li Girkê Legê, 25 kes li Kobanî, 8 kes li Amûdê, 22 kes li Reqayê, 5 kes li Dêre Zorê, 2 kes li Til Temir, 18 kes li Minbicê, 40 kes li Tebqayê, 4 kes li Şehbayê, 1 kes li Cil Axa, 1 kes li Dirbêsiyê ne.
Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, di nav 24 saetan de 17 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihişt 6119 kesan, ji wan 869 kes baş bûne û 158 kesan jî can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin