Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê: 254 pêketî
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 254 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 6 kesan jî can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê li Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mistafa diyar kir, di 24 saetên dawî 254 kesên din bi Koronayê ketin, 142 jê mêr û 112 jin in û pêketiyên nû, 27 jê li Hesekê, 12 li Qamişlo, 28 li Dêrîkê, 6 li Girkê Legê, 1 li Rimêlanê, 2 li Tirbespiyê, 3 li Amûdê, 1 li Dirbêsiyê, 56 li Kobanî, 42 li Reqeyê, 32 li Minbicê, 37 li Tabqayê û 6 li Dêrezorê ne.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê amaje bi wê yekê jî kir ku, 3 pêketiyên berê jî ji wê vîrusê başbûne.
Li gor amarên Desteya Tendirustiyê, heta niha li Rojavayê Kurdistanê li navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de, 4 hezar 604 kes bi Koronayê ketine û ji wê hêjmarê 125 kesan can dane û 707 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin