Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê: 216 pêketî

28 October 2020 13:39 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê: 216 pêketî

PeyamaKurd Li Rojavayê Kurdistanê 216 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 4 kesan can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên dawî de 4 kesan can dane. Ji wan: 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Heseke û 1 kes li Girkê Legê ne.

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir: ‘‘216 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne:

21 kes li Hesekê, 25 kes li Qamişlo, 34 kes li Dêrikê, 13 kes li Girkê Legê, 5 kes li Amûdê, 8 kes li Tirbesipiyê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li Rimêlanê, 1 kes li kampa Holê, 18 kes li Kobanî, 32 kes li Tebqayê, 24 kes li Minbicê, 24 kes li Reqa, 3 kes li Dêrazorê û 2 kes li Şehbayê ne.’’

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, di nav 24 saetan de 6 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine gihîşt 4164 kesan, ji wan 693 kes baş bûne û 119 kesan jî can dane.