Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê: 150 pêketî
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê di 24 saetên borî de 150 kesên din bi Koronayê.
Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nava 24 saetên borî de, 150 kes li sînorê Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Korona ketin, ku 83 kes ji wan mêr û 67 kes jî jin in.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê Ciwan Mistefa destnîşan kir, ji 150 kesên tûşbûyî, 17 kes li Hesekê, 20 kes li Qamişlo, 24 kes li Dêrik, 14 kes li Girkê Legê, 6 kes li Rimêlan, 3 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, kesek li Çil Axa, 28 kes li Reqa, 21 kes li Kobanî, 8 kes li Tebqa û 6 kes li Minbicê ne.
Herwiha Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, ku ji do ve heta îro 5 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Bi van amarên nû re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, 3098 kes zêde bûye, ku 95 kesan can dane û 635 kes jî heta niha baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin