Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatin eskerekirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 48 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 7 kesan jî ji ber wê can dan.
Li gor amarên dawî yên Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser eşkere kir, di 24 saetên borî de, 7 kesan can dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, 38 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, di nav 24 saetan de 9 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihişt 7581 kesan, ji wan 1087 kes baş bûne û 241 kesan jî can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin