Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin eskerekirin

06 March 2021 16:30 0 dîtin
Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin eskerekirin

PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir; di 24 saetên dawî de 198 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 3 kesan can dane.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin; di 24 saetên dawî de, 198 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 63 kes li Hewlêrê, 37 kes li Silêmaniyê, 93 kes li Duhokê û 4 kes li Germiyanê ne.

Herwiha da zanîn, di nav 24 saetan de 3 kesan can dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê û 1 kes jî li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de, 151 kes ji vê nexweşiyê baş bûne, ku ji wan 61 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 80 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî: Pêketin: 110256, Mirin: 3534, Başbûn: 104303

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.