Li Herêma Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê hatin eskerekirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, di 24 saetên borî de, 48 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û kesekî jî ji ber vîrusê can da.
Li gor Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir; di 24 saetên borî de, 48 kes bi vîrûsa Koronayê ketin, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 36 kes li Duhokê û 3 kes jî li Germiyanê ne.
Herwiha hat eşkerekirin; kesekî li Duhokê ji ber vîrûsa Koronayê can daye.
Herî dawî hat destnîşankirin, ku di 24 saetan de, 535 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 51 kes li Hewlêrê, 174 kes li Silêmaniyê, 272 kes li Duhokê, 22 kes li Raperînê û 16 kes li Germiyanê ne.
Amarên giştî: Pêketin: 106028, Mirin: 3468, Başbûn: 98378
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendurustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin