Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de ti mirinên koronayê çênebûn

15 February 2021 17:55 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de ti mirinên koronayê çênebûn

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 72 kesên bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ti kes pê nemiriye.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin ku 72 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 30 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 26 kes li Duhokê û 5 kes li Germiyanê ne.

Hat diyarkirin ku di 24 demjimêrên borî de ti kes bi koronayê nemiriye û 105 kes jî baş bûne.

Amarên giştî li Herêma Kurdistanê wiha ne:

Pêketin: 107048 kes.

Mirin: 3499 kes.

Başbûn: 102440 kes.