Li Herêma Kurdistanê hejmarên 24 saetên dawî: 24 mirin û 595 pêketin

01 September 2020 17:36 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê hejmarên 24 saetên dawî: 24 mirin û 595 pêketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniya xwe ya îro 1ê Îlonê de ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 595 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û 24 kes ji wê nexweşiyê mirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ji 24 kesên can dane, 10 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperîn û 5 kes jî li Duhokê ne.

Herwiha ji 595 kesên bi vîrûsa koronayê ketine jî 189 kes li Hewlêrê, 112 kes li Silêmaniyê, 33 li Germiyanê, 231 kes li Duhokê û 30 kes li Helebceyê ne.

Amarên Giştî jî wiha ne:

Pêketin: 29347 (Hewlêr: 11989, Silêmanî: 12065, Duhok: 4368, Helebce: 925)

Mirin: 1098 (Hewlêr: 418, Silêmanî: 609, Duhok: 54, Helebce: 17)

Başbûn: 18520 (Hewlêr: 7947 , Silêmanî: 8182, Duhok: 1553, Helebce: 837)