TAYBET | Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê rewsa 24 saetên dawî ya serhildanê...
PeyamaKurd – Di 45emîn roja xwepêşandan û protestoyên dijî rejîma Îranê de, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildana gel a dijî serkutkirin û kuştina xelkê sivîl bênavber berdewam dike.
Di nav 24 saetên dawî de, bi li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê gelek çalak û xwepêşandanên protestoyî li dijî rejîma Îranê hatin lidarxistin.
- Şevê din li bajarên Mahabad, Serdeşt, Bokan, Merîwan, Sine, Avdana Îlamê û dehan bajarokên din ên Rojhilatê Kurdistanê, xelk rijiyan kolanan dirûşmên hilweşandina rejîma Îranê qêriyan.
Li Mahabadê xelkê serhildêr dirûşmên, “Ev der bajarê Pêşewa ye û bijî hizba Demokrat!” gotin.
- Di hinek xwepêşandanan de, hêzên Îranê careke din gule bi ser xelkê de reşandin û xwestin gel bitirsînin, lê belê dîsa jî li gelek deveran navendên hêzên besîc yên “Bawerêz” hatin şewitandin.
- Li gorî zanyariyên çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, li Pîranşehrê bi dirûşma, “Mahabad ne bi ten ye” xelk meşiya û rastî gulebarana hêzên rejîmê hatin hejmarek kes hatin birîndarkirin û ciwanê 16 salî Komar Deroftade jî bi guleyan hat şehîdkirin.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê doh Yekşemê xwendekarên dibistan û zanîngehan jî çalakiyên protestoyî dewam kirin.
- Li zanîngeha bajarê Sineyê, hêzên îranê bi motorsîklêtan û teqekirinê li dora wê zanîngehê igeriyan û xwendekaran jî bi dirûşmên ‘bêşeref bêşeref’ bersiva wan dan û pasevanên wê zanîngehê singê xwe bo xwendekaran kirin bi mertal û destûr nedan hêzên rejîmê êrîş bikin.
- Hat zanîn ku li xwendingeha “Firiştêgan” ya keçan a bajarê Sineyê hêzên serkutker xwestine xwendekaran birevînin, lê mamosteyên zanîngehê rê nedane wê plana wan.
- Li Zanîngehên Sehend, Urmiye û Reştê jî çalaiyên protestoyî hatin sazkirin û bi dirûşmên wekî; “Jina azad ez im, rezîl û hîz hûn in” qêriyan.
- Di serî Tehran li gelek zanîngehên din ên bajarên Îranê bi taybet xwendekarên keç li dijî rejîma Îranê daketin kolanan û dirûşmên wekî; “Xamineyî qatil e”, “Ew kesê ku xwişka min kuşt bikuj e, bêje azadî azadî”, “netirsin netirsin em bi hev re ne”, “canê min fedayî Îranê”, “îsal sala xwînê ye Seyîd Elî dê jinav here” qêriyan.
فوری
— Hengaw Human Rights Organization (@HengawO) October 31, 2022
هماکنون مردم بر سر مزار سارینا ساعدی دختر ۱۶ ساله سنندج که توسط نیروهای سرکوبگر کشته شد، تجمع کردهاند.
مردم شعار "ژن،ژیان،آزادی' و"کُردستان، کُردستان، گورستان فاشیستان" سر میدهند.#مهسا_امینی#ژینا_امینی pic.twitter.com/CriRk10Fh7
Herwiha îro Duşemê 31ê Cotmehê bi sedan kes, li bajarê Sineyê li ser tirba Sarîna Saidî keça 16 salî ya ku hatibû kuştin kom bûn û li dijî rejîmê dirûşmên; “mirin bo dîktator, Kurdistan goristana faşîzman û mirin bo caş”, “şehîd namirin” gotin.
Li Şinoyê greva giştî...
- Li bajarê Şinoyê jî xelkê bajêr, ji ber şehîdkirina serhildêrên Kurd ên bi navên; Mîlan Heqîqî, Sedredîn Lîtanî, Ebduselam Gelwanî û Emîn Meirîfet ku bi guleyên hêzên rejîma Îranê hatibûn kuştin bazar û dikanên xwe daxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin