Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva gistî birêve diçe

20 December 2022 18:55 0 dîtin
Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva gistî birêve diçe

PeyamaKurd – Piştî bangewaziya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya greva giştî ya 20 û 21ê Kanûnê, îro li gelek bajarên Rojhilat û Îranê mangirtin birêve diçe, bazar û dikan hatin girtin û meşên protestoyî têne lidarxistin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistan, doh Duşemê di sêyemîn meha xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî de ku heta niha bi sedan kes bi destê hêzên Îranê hatine kuştin û birîndarkirin, herwiha ji bo rawestandina îdamkirina xwepêşanderan û azadkirina girtiyan, banga greva giştî ya du rojan kiribû.

Xwepêşandanên dijî hikûmet û rejîma Îranê 16ê Îlonê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kiribûn û 96 roj in jî berdewam dikin. Piştî darvekirina 2 xwepêşandêran ji aliyê rejîma Îranê ve niha xeteriya darvekirinê li ser 26 kesan heye û li gorî amarên dawî 469 xwepêşander jî bi destê hêzên Îranê hatine kuştin.

Greva giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî; Sine, Seqiz, Kamyaran, Dîwander, Eywan Xerb û gelek bajarên din ji doh ve dest pê kiribû û bazar û dikan hatibûn daxistin.

Îro jî li bajarê Bokan cenazeyê Mihemed Hacî Resul Pur ku bi îşkenceyê hêzên Îranê ve hatibû şehîdkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Li bajarê Mahabadê merasîma çileya Fayeq Mamqadirî, bi beşdariyeke girseyî pêk hat.

Herwiha ji bilî Rojhilatê Kurdistanê li ser asta Îranê jî, gelek çalakiyên cûrbecûr li cihên giştî hatin kirin û xwepêşanderan dijî darvekirinan nerazîbûn nîşandan û li Tahran, Kirman û gelek bajarên din jî esnafan dikanên xwe venekirin.

Di çarçoveya greva giştî de, li taxa Êkbatan û metroya bajarê Tahranê, çalakî û meş hatin lidarxistin, li bajarê Reştî yê dikeve Bakurê Îranê jî jinan meşeke girseyî li dar xist û ciwanan jî li nav kolanan meşiya rejîma Îranê protesto kirin.

Li aliyê din li Herêma Gulşarî ya Kerecê jî xelk li kolanan bû û li dijî rejîma Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin.