Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva gistî birêve çû
PeyamaKurd – Piştî bangewaziyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, îro 24ê Mijdarê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê greva giştî tê kirin ku li gelek bajaran bazar û dikan hatin daxistin.
Di roja 70êmîn a destpêkirina xwepêşandan û serhildanên dijî rejîma Îranê de, îro Pêncşemê li ser banga partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Sine, Bokan, Şino, Mehabad, Urmiye, Pîranşar, Ciwanro, Seqiz, Nexede, Kirmaşan, Kamêran û hin bajarên din yên Rojihlatê Kurdistanê tevî rewşa awarte û givaşên rejîma Îranê, dikan û bazar daxistin.
Herwiha li gorî zanyariyan Belûçistan û Ehwazê ku şêniyên wê ereb in jî piştgirî dan banga partiyên Rojhilatê Kurdistanê û wan li bajarên wan herêman jî greva giştî hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin