Îro li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva gistî destpê kir
PeyamaKurd – Îro li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, greva giştî bi armanca şermezarkirina êrîşa li ser baregehên partiyên Rojhilat ên li Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve destpê kir.
Li gor zanyariyan li piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmanşan û Îlamê welatiyan îro bazar û dukanên xwe girtine û neçûne ser karê xwe, wek nîşandana nerazîbûnê li hember êrîşa Supaya Pasdarên Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê.
Herwiha çavkaniyên xwecihî eşkere dikin, li tevahiya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê înternet hatiye birîn û hikûmeta Îranê hêzên mezin ên ewlekariyê li bajaran belav kiriye û bi rêya nameyên telefonî gefê li xwediyên dukanan dixwe ji bo dukanên xwe vekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin