Li Rojhilatê Kurdistanê îdamkirina 4 ciwanên Kurd bi greva gisti tê protesto kirin
PeyamaKurd – Nerazîbûnên li ser darvekirina 4 ciwanên Kurd ên girtiyên siyasî li Îranê, berdewam dikin. Piştî ku doh her çar ciwanên Kurd bi biryara dadgeha Îranê hatin îdamkirin, îro 30yê Çileyê li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hate destpêkirin.
Ji bo şermezarkirina rejîma Îranê, li ser banga 6 rêxistinên mirovî yên Rojhilatê Kurdistanê, welatiyan îro bazarên xwe daxistin û dikanên xwe venekirin.
Hêjayî gotinê ye, rejîma Îranê hê jî termên her çar ciwanên Kurd ên hatine îdamkirin radestî malbatên wan nekiriye, lê dîsa jî bi girseyî ji taziyê serdana malbatên wan ciwanan tê kirin.
Di vîdyoyên hatine belavkirin de, ev kiryarên qetikirina ciwanên Kurd bi destê rejîma Îranê tê şermezarkirin û diruşmên, 'Şehîdên Kurdistanê Namirin!' têne qêrin.
کاک پژمان قهرمان است
— KURDPA (@kurdpa_farsi) January 30, 2024
شهید کردستان است
شهید نمیمیرد
کامیاران
۱۰بهمن۱۴۰۲
برگزاری مراسم ختم پژمان فاتحی جلوی درب منزل خانوادگی در روستای «الک» از توابع کامیاران با حضور گسترده مردمی و سردادن شعارهایی از جمله؛
کاک پژمان قهرمان است
شهید کردستان است
شهید نمیمیرد
روز دوشنبه… pic.twitter.com/YM1gy4L76N

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin