Hengaw: Rejîma Îranê li bajarê Sino ya li Rojhilatê Kurdistanê çar ciwanên Kurd revandin
PeyamaKurd – Navenda mafên mirova ya Hengawê diyar kir, roja Duşemê 24ê Cotmehê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê li bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê çar ciwanên Kurd revandine û ew birine cihekî nediyar.
Hengawê eşkere kiriye, tevî hewldanên kesûkar û malbatên wan heta niha çarenivîsa wan her çar ciwanên Kurd nediyar e.
Herwiha weke tê zanîn ev nêzî 50 roj in raperîna seranserî ya xelkê Îranê li dijî rejîmê berdewam e û heta niha nêzî 300 kes li Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin