Li 6 bajarên Belûcistanê protestoyên rejîma Îranê: 3 kustî, 10 birîndar

04 November 2022 20:53 0 dîtin
Li 6 bajarên Belûcistanê protestoyên rejîma Îranê: 3 kustî, 10 birîndar

PeyamaKurd – Îro 4ê Mijdarê roja Înê li bajarên eyaleta Belûcistanê yên wekî Zahîdan, Xaş, Serawan, Soran, Pehre û Raskê, bi hezaran kesan li dijî rejîma Îranê rabûn ser piyan.

Li gorî zanyariyan xelkê Belûcistanê tevî gulebarana hêzên rejîmê ya rasterast jî protestoyên xwe berdewam kirin ku di encama êrîşên hêzên rejîmê de, herî kêm 3 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmê belav kirine ku hejmara birîndaran li hin deveran gelekî zêde ye ku li nexweşxaneyan cih nemaye.

Xwepêşanderên li bajarên Belûcistanê, bi dirûşmên, “Bimre besîcî, bimre dîktator û bimre xaminey” meşiyan û herwiha hejmarek sazî û dezgehên hikûmeta Îranê û hêzên Besîc jî şewitandin.

Hat diyarkirin ku li bajarê Xaşê, maşîneyên Supaya Pasdaran hatine şewitandin û xelk çûne nav fermandariya bajêr û xistine bin kontrola xwe.