Vîdeo - Li gelek bajarên Îranê protestoyên dijî rejîmê zêde bûn

21 November 2018 11:11 0 dîtin
Vîdeo - Li gelek bajarên Îranê protestoyên dijî rejîmê zêde bûn

PeyamaKurd - Li gor çavkaniyên medyayî li gelek bajarên Îranê xwepêşandanên protestokirina rejîmê zêde bûne.

Xelkê Îranê ji ber bihayî, gendelî û kiryarên nemirovane yên rejîma Îranê li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên xwe yên ku sala borî destpê kiribûn dîsa gur kir.

Doh 20ê Mijdarê li bajarên wekî Ahwaz, Tehran, Babil, Sîstan a Belucistanê û li Karaj û gelek deverên din xwendekarên zanîngehan û karker derketin kolanan û rejîma Îranê protesto kirin.

Tê ragihandin ku di van demên dawî de, zêdebûna bihayên pêdawistiyên jiyanê û nedana mûçeyên karmendan hiştiye ku xwepêşandan ji nû ve zêde bibin.

Rêveberiya Îranê piştî dorpêçên Amerîkayê ketiye rewşeke zehmet ku nikare mûçeyên karmendan bide û rê li ber krîza aborî ya her diçe zêdetir bandorê li ser gel dike bigire.

Herwiha kiryarên rejîma Îranê yên nemirovane û dijî şaristaniya cîhanê jî dibin sedem ku gel li kolanan nerazîbûna xwe nîşan bide.