Çekdarên rejîma Îranê li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê hewl da pîrozbahiyên Newrozê qedexe bike

15 March 2025 09:12 0 dîtin
Çekdarên rejîma Îranê li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê hewl da pîrozbahiyên Newrozê qedexe bike

PeyamaKurd – Doh, roja Înê, 14ê Adara 2025an, hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, di nav de yekîneya pasdaran û yekîneya taybet, li bajarên Kirmaşan, Şino, Bokan û Seqizê yên Rojhilatê Kurdistanê hewl dan ku pîrozbahiyên Newrozê asteng bikin. 

Hat ragihandin ku li Şinoyê, çekdarên rejîmê bi çekên nîvegiran xalên kontrolê danîn û rê li ber çûyîna gundên “Taçînavê” û “Kanî Sûrk”ê girtin, di encamê de pevçûn derketin û beşdaran bertek nîşan da.

Li Bokanê, çûyîna çiyayê “Terexe”yê hate qedexekirin. 

Li Seqizê, tevî astengiyan jî, pîrozbahî li çiyayê “Caqulî” bi beşdariya gel hate lidarxistin. 

Hat ragihandin ku rejîma Îranê bi balafirên bêmirov çavdêriya pîrozbahiya li Seqizê kiriye. 

Her weha li Kirmaşanê, yekîneya taybet ên rejîmê bi maşîneyên leşkerî hewl da Kurdistaniyan bitirsîne, tevî zextan jî pîrozbahî hat kirin.