Çekdarên rejîma Îranê kolberekî din ê Kurd kust
PeyamaKurd – Çekdarên rejîma Îranê, do li sînorê Serdeştê ya li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwaneke kolberên Kurd kirin û di encamê de kolberek kuştin.
Li go zanyariyan, di encama êrîşa rasterast a çekdarên Îranê de kolberekî Kurd ê bi navê Rehman Mamxizrî can daye.
Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku çend gule ber ser û pişta Rehman Mamxizrî ketine.
Hat zanîn ku ku kolberê hatiye kuştin bavê 5 zarokan bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin