CNN: Rejîma Îranê ji xwepêsandanên vê carê gelekî ditirse
PeyamaKurd – Kanala CNN ya Amerîkî raportek li ser xwepêşandanên Îranê belav kir û got, rejîma Îranê ji xwepêşandanên vê carê gelekî ditirse.
Li gor di raportê de hatiye eşkerekirin, çavkaniyên ji Îranê re diyar kirine ku xwepêşandanên vê carê di her warî de gelek ji xwepêşandanên 2009 û 2019an cuda ne, ji ber ku welatî vê carê gelek ji berê bi werektir in û natirsin.
Herwiha di berdewamiyê raportê de hatiye destnîşankirin,, xwepêşandanên vê carê yên ku ji ber kuştina Jîna Emînî bi destê hêzên rejîmê destpê kirine, li seranserî ne, berfireh in û tund in û rejîm jî vê carê gelek tirsiyaye, lewre hêvî dike ku bi qutkirina înternetê welatiyan bêdeng bik, lê ev plana rejîm jî vala derket û welatî berdewam e li ser xwepêşandanên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin