HRANAyê amarên 52 rojên xwepêsandanên dijî rejîma Îranê eskere kir: 321 kustî, 14,823 girtî…
PeyamaKurd – Amarên roja 52yan a xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê ku li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê veguheriye serhildanê, hatin eşkere kirin.
Ajansa Nûçevaniya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê HRANAyê ragihandiye ku di protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî destpê kirine de, heta niha 321 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin ku ji wan herî kêm 50 kes zarok û xwendekar in.
HRANAyê da xuyakirin ku 14,823 kes hatine binçavkirin ku heta niha nasname û cihê girtina 12,932 kesan jî nayê zanîn û çarenivîsa wan nediyar e.
Herwiha li gorî HRANAyê hejmara xwendekarên binçavkirî 429 kes in û ew xwendekarên girtî ji 135 zanîngehên Îranê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin