Xwepêsandanên li dijî Tirkiyeyê gurr bûn: Deriyên sînorî hatin girtin - HTS hêz disîne Efrînê
PeyamaKurd - Piştî hêrişên roja borî yên li Qeyseriya parêzgeha Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyiyan, li 15 herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola artêşa Tirkiyeyê de ne xwepêşandanên tolhildanê hatin lidarxistin.
Di xwepêşandanên ku li zêdetirî 15 herêman destpê kirin de, di encama şer û pevçûnên navbera hêzên Tirkiye û xwepêşanderan de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.
Xwepêşandan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin birêvebirin.
Deriyên sînor hatin girtin
Duh jî Deriyê Sînorî yê Babul Selamê ku kamyonên ji Tirkiyeyê tê re derbazî Sûriyeyê dibûn, ji aliyê Tirkiyeyê ve hat girtin û hat diyarkirin ku deriyê sînor wê heta demeke nediyar girtî bimîne.
Deriyê Babul Selamê, yek ji girîngtirîn deriyên sînorî yên navbera Tirkiye û herêmên Sûriye yên di bin kontrola artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ye û tekane rêya ku barhilgirên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY), tevgera bazirganiyê û nexweşên ji bo dermankirinê derbazî axa Sûriyeyê bibin.
Li gorî Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Tirkiyeyê, li gel Deriyê Sînorî ê Babul Selamê, deriyên El-Raî û Cerablûsê jî girtine.
Hate ragihandin ku Tirkiye di tepisandina xwepêşandanên van herêman de zehmetiyê dikişîne û koma çekdar a Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ku bi piştgiriya Tirkiyeyê Idlibê kontrol dike, ji bo di tepisandina xwepêşandanên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin de alîkariya Tirkiyeyê bike, hin hêzên xwe arasteyî wê derê kiriye.
Weke tê zanîn li Efrînê xwepêşandêran hêrişî xalên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyeyê kiribûn. Jêderên xwecihî yên komên çekdar ragihandin ku HTŞê şeva borî xwe amade kiriye ku hin hêzên xwe bişîne Efrîna ku xwepêşandanên herî tund li wê derê rû dane da ku xwepêşandan û aloziya li herêmê kontrol bike.
Artêşa Tirk ji xaleke kontrolê vekişiya
Ji aliyê din ve hate ragihandin ku hêzên artêşa Tirk, ji ber dijwariya xwepêşanderan nuqteyeke kontrolê ya leşkerî ya li bajarokê Takadê yê nêzîkî eniyên şer ên gundewarên rojavayê Helebê vala kiriye û ber bi xalên çavdêriyê yên deverên din ên herêmê vekişiyane.
Li gorî SOHRê li kampên El-Latmana, Dêr Hesen El-Sahra û Atma yên li Idlibê jî xwepêşandan hatine lidarxistin.
Xwepêşandan bi taybetî li gundewarê Helebê, li herêmên di bin kontrola HTŞ û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê kontrol dikin, pêk hatin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin