Xwepêsandanên dijî rejîma Îranê didomin: Kustî û birîndar hene, înternet hatiye qûtkirin
PeyamaKurd – Xwepêşadandên dijî gendelî, bihayî û rewşa xirab a jiyanê li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di hefteya xwe ya diduyan de, dewam dikin. Hêzên Îranê bi tundî destwerdana xwepêşanderan dikin û li gorî agahiyên nehatine piştrastkirin herî kêm 5 kes bi guleyên hêzên rejîmê hatine kuştin û li gelek deveran jî înternet hatiye qutkirin yan jî leza wê hatiye girankirin.
Li gorî zanyariyan bi taybet li bajarê Şehrê Kurd ê girêdayî parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî xwepêşandan bi beşdariyeke girseyî dewam dikin û rastî tundûtujiya hêzên Îranê tên.
ئێران/ خۆپیشاندان دژ بە بەرزبوونەوەی نرخەکان
— PeyamaKurd/krd (@PeyamakurdKrd) May 17, 2022
ئەمڕۆ لە شاری کازروون خەڵکی ناڕازی دوو ئۆتۆمبێلی هێزە ئەمنییەکانیان سووتاند. pic.twitter.com/tFvd76Qbte
Çavkaniyên ji nav Îranê radgihînin ku hêzên leşkerî û ewlehiyê yên rejîmê berdewam destwerdanên tund li xwepêşanderan dikin.
Herwiha xelk li dijî rejîma Îranê sloganan diqîrîn û înternet jî gelek bajaran qut bûye yan hatiye girankirin.
Li bajarê Şehrê Kurd hêzên rejîma Îranê êrîşî ser xelkê kirine li gorî amarên nefermî heta niha bi sedema gulebarana hêzên rejîmê 5 kesan can daye.
Li bajarê Hefşencanê jî xelkê êrîşî binkeya besîcan a girêdayî rejîmê kiriye.
Derbarê kuştî, birîndar û binçavkiriyên xwepêşandanan de, heta niha agahiyên piştrastkirî nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin