Rejîma Îranê vê carê jî êrîsî Pakistanê kir: 2 zarokan can dan 3 jin birîndar bûn
PeyamaKurd - Rejîma Îranê piştî êrîşa hovane ya Hewlêrê bi mûşek û frokeyên bê mirov êrîşî Pakistanê jî kir.
Pakistanê da zanîn ku di encama êrîşa rejîma Îranê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane û ragihand ku piştî êrîşê Wezareta Derve ya wî welatî nota daye Tehranê.
Ajansa Nûçeyan a Tasnim a girêdayî Pasdarên rejîma Îranê, êrîşa bi mûşek û frokeyên bê mirov a li dijî Pakistanê ragihand.
Ajansa pasdarên rejîmê diyar kir ku di êrîşa ku li herêma Çiyayê Kesk a parêzgeha Belûcistan a Pakistanê pêk hatiye û angaşt ku "di encama êrîşê de du baregehên rêxistina Ceyş el-Adil" hatine rûxandin.
Piştî vê geşedanê Pakistanê nota da rejîma Îranê. Wezareta Derve ya Pakistanê di bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrîşa mûşekî ya li ser xaka pakistanê, wan Balyozê rejîma Îranê yê Îslamabadê vexwendiye wezaretê, êrîşê bi tûndî şermezar kiriye û nota daye rejîma Îranê.
Wezareta Derve ya Pakistanê ragihand ku di vê êrîşa rejîma Îranê ya li ser xaka wê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 3 keç jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya Wezaretê de hate gotin ku "Pakistan vê êrîşê bi tundî şermezar dike û binpêkirina serweriya Pakistanê bi tevahî red dike."
Di daxuyaniya wezaretê de her wiha hate gotin ku "Ger êrîşên Îranê yên bi vî rengê hovane bidomin, wê encamên giran derbivin holê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin