Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 20 kesan hatin girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 20 welatî bi tohmetên beşdarî xwepêşandanan bûne hatin girtin.
Li gorî Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan, rejîma Îranê ji 31ê Tebaxê ve zêdetirî 20 kes binçav kirin.
Hengawê daye zanîn, li herêma Balbanabad a girêdayî bajarê Dehlekanê 10 kes, li Mehabadê 4 kes, li Eşnûniya 3 û li herêma Pîranşarê 3 kes hatine destgîrkirin.
Herwiha hat diyarkirin, desthilata Îranê li Mahabadê bi ser malên malbatên qurbaniyên xwepêşandanan de girtiye û çend kes destgîr kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin