Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 219 kesan can da

22 July 2020 18:42 0 dîtin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 219 kesan can da

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku di nav 24 saetên borî de li Îran û  Rojhilatê Kurdistanê 219 kesên din ji ber koronayê can daye.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 586 kes li seranserê Îranê bi koronayê ketine û 219 kesan ji ji heman nexweşiyê can daye.

Hejmara pêketiyan korona li Iranê gihîşt 281 hezar û 413 kesan û hejmara miriyan jî gihîşt 14 hezar û 853 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê got ku heta niha 244 hezar û 840 nexweşên koronayê baş bûne û rewşa 3 hezar 600 kesan ne cîgir e.