Li Rojhilatê-Basûrê Asyayê felaketa Mûsonê zêdetirî 700 kesan kust
PeyamaKurd – Li rojhilatê-başûrê Asyayê felaketa Mûsonê û tropîkal zêdetirî 700 kesan kuşt. Mirina zêde li Vîetnam, Mynamar, Laos û Taylandê çêbû. Bi sedan mirov bi sedema afatan wenda ne û xebat têkirin ku wan bibînin an kesên asê mane wan rizgar bikin.
Ji bilî mirina mirovan gelek xaniyên ciyên navborî xerab bûne, zerarê dîne, erdên çandiniyê di bin avê de mane, pir û rê xerab bûne.
Ji ber barana zêde û di encama wê de li Vîtenamê 292 kes, li Myanmarê herî kêm 384 kes, li Taylandê herî kêm 46 kes mirine.
Li Vîetnamê 38 kes û li Myanmarê 89 kes wenda ne. Her weha di encama bobelatê de gelek kes jî birîndar bûne.
Di encama barîna barana xwurt û rabûna lehiyê de tenduristiya xelkê jî pirsgirêkekî mezine. Ava paqij, ava kanala gemarê ya nav bajêr ku dikeve nav şebeka ava vexwarinê, bi xwe re nexweşînên belave yên wekî tifo, kolera û dîzanteriyê belav dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin