Parêzgarên Rojhilatê Kurdistanê û Basûrê Kurdistanê civiyan
PeyamaKurd – Parêzgarên Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî çûn Rojhilatê Kurdistanê û bi parêzgarên Rojhilat re civiyan û çend mijarên girîng ên bazirganî û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.
Di civîna parêzgarên Herêma Kurdistanê û parêzgarên Rojhilatê Kurdistanê de, Wezîrê Navxwe û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê jî beşdarî kir.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, îro yekem civîna parêzgar û serpereştyarên îdareyên serbixwe ya Herêma Kurdistanê ligel parêzgarên Urmiye, Sine û Kirmaşan ên li Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya tîmên herdu aliyan ji hemû aliyên pêwendîdar û bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Îranê û Cîgirê Wezîrê Derve û hejmarek parlamenterên navçeyê re civiyan.
Xoşnaw got: “Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistan, ligel Îranê û pêwendiyên parêzgarên herdu aliyan ligel hevdu hate kirin û behsa pêşxistina pêwendiyan hate kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin