Welatîyên rojhilatê Kurdistanê Newrozê li basûrê pîroz dikin
PeyamaKurd - Berpirsê ragehandina xalên sînorî yê Hacî Omeran, Sîrwan Hesen ragehand ku, welatîyên rojhilatê Kurdistanê Newrozê li başûrê kurdistanê pîroz dikin.
Berpirsê ragehandina derîyê sînorî Hacî Omran, Sîrwan Hesen ji malpera PDKê ra ragehand ku, di meha adarê de hatina geştiyarên rojhilata Kurdistanê û Îranê bo Herêma Kurdistanê bi rêjeya 30 ji sedî zêde dibe.
Wî berpirsî da zanîn ku, ji 15 adarê heta 25ê adarê bacê li ser hatina geştiyaran radikin û amaje bi wê yekê kir ku, bi helkefta Newrozê rojane hezar û 500 welatîyên rojhilatê Kurdistanê û Îranê serdana başûrê Kurdistanê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin