Li Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê ges dibe

17 March 2024 16:01 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê ges dibe

PeyamaKurd – Li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê, pîrozbahiyên îsal ên Cejna Newrozê yên beriya 21ê Adarê berdewam dikin. Li gelek deveran agirê Newrozê tê pêxistin û şahîyên cejnê li gorî çand û kelepora Kurdî têne lidarxistin.

Di çend rojên dawî de, tevî hemû astengiyên hêzên Îranê jî merasîmên girseyî yên pêşwaziya cejna Netewî a Kurdan Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê birevê diçin.

Li piraniya bajar, navçe û gundên Rojhilatê Kurdistanê xelk bi kombûna xwe û bi kincên xwe yên netewî, bi Axabanî û Hewî û hêmayên Netewî û bi stran û sirûdên şoreşgerî yên dijî rêjîma Îranê ahengên mezin û bi coş li dar dixin.

Aliyên ku ahengên Newrozê saz dikin, ji gelê Rojhilat daxwazin bi kincê Kurd, bi hilgirtina Axabanî û Hewriyê beşdarî şahiyên Newrozê bibin.