Agirê Newrozê li seranserê Kurdistanê tê geskirin
PeyamaKurd – Cejna Newrozê îro 20ê Adarê heta 21ê Adarê li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin. Pîrozbahî û amadekariyên ku li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest pê kiribûn îro êvara 21ê Adarê digihin lutkeyê.
Di çarçoveya pîrozbahiyan de îro li 5 parêzgehên Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê tê pêxistin.
Lli Hewlêrê li Parka Şaneder, li Silêmaniyê li biniya Guwiye, li Duhokê li Parka Newroz, li Helebce li nêzîkî gundê Celîle û li Kerkûkê jî li ser Kelha bajêr agirê Newrozê tê pêxistin.
Di merasîma li Duhokê de, hunermendên hemû beşên Kurdistanê wê beşdar bin. Herwiha komek jî wê meşaleyên agir bibin ser çiyayê Kêlya Şeda.
Li Helebce ji bilî agirê Newrozê, li Ebabeyle festîvalek heye. Ew festîval saet 10ê sibehê destpê dike.
Li Kerkûkê jî jibilî ahenga Newrozê, salvegera raperînê ye û hem raperîn tê bibîranîn hem jî merasîma Newrozê tê lidarxistin ku parêzgarê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi merc razî bûye ku salvegera Raperînê bê kirin.
Dîsa li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê ahengên Newrozê birêve diçin û sibe 21ê Adarê ahenga herî mezin a Newrozê li bajarê Diyabekirê birêve diçe.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê ji bilî merasîmên fermî destûr nedaye xelk Newrozê pîroz bikin, lê dîsa jî welatî Newrozê bi ahengên taybet pîroz dikin. Îranê merc danîne ku di merasîman de ala Kurdistanê neyê hildan, sirûdên niştimanî yên Kurdî neyên gotin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî li navçeyên Cizîrê û Kobanê xelk û rêxistin amadekariyên ahenga Cejna Newrozê dikin ku îro û sibe wê pîrozbahî berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin