Li Herêma Kurdistanê hisyarîya agirê Newrozê!

19 March 2019 13:06 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê hisyarîya agirê Newrozê!

PeyamaKurd - Berdevkê Midûrê Agirkujîya Raperînê Hisên Evdila derbarê agirê Newrozê da gelê Herêma Kurdistanê hişyar kir û ji wan xwest ku di Newrozê da bi baldarî tevbigerin.

Berdevkê Midûrê Agirkujîya Raperînê Hisên Evdila derbarê agirê Newrozê da daxuyanîyek da. Evdila dîyar kir ku îsal jî weke her sal dê agirê Newrozê were geşkirin û cejna Newrozê bi awayekî bi coş were pîrozkirin, lewma  tîmên agirkujîyê dê hazir û nazir bin.

Berdevkî ji welatîyan xwest ku bi tenê ji daran agir pêxin û ji tiştên din ên sotîner bi dûr bisekinin. Evdila herweha bal kişande ser paqijîyê der û dorê û got, ji bo derdor neyê gemarkirin ew dê kîsên çopê belav bikin.

Midûrê Agirkujîyê herweha da xuyakirin ku, her çiqasî hewa sar be je, li derdora çem û kanî û golan ew dê tîmên taybet ên rizgarkirinê peywirdar bikin.