Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo Nasrallah sersaxî xwest û hisyarîya metirsiyên cidî da
PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser kuştina Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah a ji aliyê Îsralê ve daxuyanîyeke nivîskî belav kir û hişyariya duristkirina metirsiyên cidî li herêmê da.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hişyarî hate dayîn û wiha hate gotin:
“Em ji pêşhatên leşkerî yên li Rojhilata Navîn û hedefgirtina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Seyîd Hesen Nasralah û hevalê wî gelekî bifikar in. Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û hevxemê wan in. Ev pêşhat ji bo ewlehî û îstiqrara herêmê metirsiyên cidî durist dikin. Em hişyarî didin ku berdewamiya vê rewşê ji bo hemû aliyan dê bibe sedema karesat û wêraniyên zêdetir. Ji ber vê yekê em bangî her kesî dikin ku bi zanayî pêşî li xirabûna rewşê bigirin û aramiya herêmê biparêzin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah, di êrîşeke Îsraîlê ya li Beyrûda a paytexta Lubnanê hatibû kuştin ku karvedaneke mezin bi xwe re aniye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin