Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Japonyayê re sersaxî xwest

02 January 2024 20:53 0 dîtin
Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Japonyayê re sersaxî xwest

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistan, ji bo erdheja bi pileya 7,6 a Japonyayê ku 48 kesan can da, peyameke sersaxiyê belav kir.

Di peyamê de hate gotin: "Em ji bo erdheja ruxîner ji gelê Japon û hikûmeta wê re sersaxiyê dixwazin. Dilê me bi welatiyên mexdûrên erdhejê re ye û ji birîndaran re selametiyê dixwazin.”

Hêjayî gotinê ye, di roja yekem a 2024an de, li Japonyayê gelek erdhejên rûxîner ên bi pileyên 5 ta 7an rû dan. Li gorî çavkaniyên fermî heta niha 48 kesan can daye û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.