Serokatiya Herêma Kurdistanê, sersaxî li Misirê kir
PeyamaKurd- Ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve ji ber şewata ku îro li Dêra Ebû Sefîn a Misirê çêbûbû, peyamek hat belavkirin û bi rêya peyamê, sersaxî li rayedarên Misirê hat kirin.
Îro, di nav Dêra Ebû Sefîn a herêma Imbaba ya bajarê Cîzayê ya Kiptiyên Misirê şewatek derketibû û di encama wê şewatê de 42 kesan canên xwe ji dest dabûn û 45 kes jî birîndar bûbûn.
Li ser vê bûyerê, ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve peyamek hat belavkirin û bi rêya peyamê, sersaxî li rayedarên hikûmeta Misirê hat kirin.
Di peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:
“Em ji ber agirê dilşewat ê ku îro li Dêra Ebû Sefîn a herêma Imbaba ya bajarê Cîzayê rû da, sersaxiyê li rêveberiya Komara Ereb a Misirê û gelê Misirê dikin. Xwedayê dilovan, rehima xwe li kesên qurbanî bike û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê bişîne. Em hêvî dikin Xwedayê mezin sebir û qeneetê bide her kesî.”
Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî, piştî şewatê ji hemû sazî û dezgehên pêwendîdar ên dewletê xwestibû ku bergirên pêwîst bên girtin û hemû derfetên tenduristiyê, ji bo birîndaran bên bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin