Li Herêma Kurdistanê ji bo Newrozê 3 roj betlane
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bi mebesta Cejna Newrozê îsal 3 roj betlane be.
Di daxuyaniya hikûmetê de hate gotin ku betlaneya Cejna Newrozê ya 3 rojan di 21ê Adarê de destpê dike û heta 24ê Adarê didome.
Di daxuyaniyê de her wiha hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îsal, ji ber rojiya Remezanê, merasîmên pîrozbahiyê yên Newrozê wê piştî fitarê bihêne kirin.
Li hêla din, pêleke barana zêde Herêma Kurdistanê daye ber xwe û tê çaverêkirin ku şilî heta 21ê Adarê bidome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin