Hikûmeta Herêma Kurdistanê, betlaneya Cejina Remezanê ragihand

18 April 2023 15:30 0 dîtin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, betlaneya Cejina Remezanê ragihand

PeyamaKurd- Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku betlaneya Cejina Remezanê dê ji 20ê Nîsanê, heta 24ê Nîsanê be.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, ji aliyê rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve biryar hatiye dayîn ku bi boneya Cejina Remezanê, ji roja pêncşemê ango 20ê Nîsanê, heta roja duşemê ango 24ê Nîsanê, li hemû saziyên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî be.

Her wiha hat diyarkirin ku roja sêşemê ango di 25ê Nîsanê de jî dê li hemû saziyên herêmê, dewama fermî dest pê bike.