Bernameya Newrozê ya Herêma Kurdistanê eskere bû
PeyamaKurd – Bernameya Cejna Newrozê ya li Herêma Kurdistanê hate eşkere kirin. Li gorî bernameyê wê aheng û pîrozbahiyên Newrozê li seranserê Herêma Kurdistanê piştî fitarê dest pê bikin.
Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Newroza îsal ku dikeve meha Remezanê, dê wek her sal bi agir, şahî û festîvalan were pîrozkirin.
Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd got, Cejna Newrozê dê li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce, Zaxo û Akrê wekî her sal bi şahîyan, festîvalan û agirê Newrozê were pîrozkirin.
Ebdulmecîd da zanîn ku Cejna Newrozê cara yekem e piştî ku li Herêma Kurdistanê bûye sektora turîzmê dikeve meha Remezanê û wiha axivî: “Li Hewlêrê festîvala danasîna berhem û xwarinên herêmî dê were lidarxistin. Ev festîval dê çend rojan berdewam bike. Li Silêmaniyê jî çalakiyên bi vî rengî dê bêne lidarxistin. Herwiha li Duhok û Zaxoyê jî çalakî û ahengên çandî dê bên lidarxistin.”
Hate diyarkirin ku wê pîrozbahiyên Newrozê piştî fitarê, ji aliyê sektora taybet ve li otelan û deverên curbecur bên lidarxistin.
Îbrahîm Ebdulmecîd derbarê pîrozbahiyên li Akrê ya paytexta Newrozê tê zanîn jî got, her sal di dema Newrozê de gelek geştiyarên xwecihî û biyanî diçin navçeya Akrê û pîrozbahiyên îsal dê di atmosfereke karnavalê de bên lidarxistin û bername dê piştî fitarê dest pê bike.
Berdevkê Komîteya Amadekar a Karnevala Newrozê ya Akrê Kawa Zuher jî daye xuyakirin, “Hemû amadekariyên Newrozê temam bûne û em li bendê ne ku ji par zêdetir geştiyar beşdarî şahiyên Newrozê bibin.”
Hate ragihandin ku wê li Akrê 19ê Adarê çalakiyên Newrozê dest pê bikin û çalakiyên wekî pêşangehên hunerî û pêşandana fîlman bên lidarxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî amarên Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê, di sala 2023an de 7 milyon û 279 hezar û 913 geştiyaran di dema Newrozê de serdana Herêma Kurdistanê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin