Bernameya serdana Papayê Vatîkanê ya ji bo Herêma Kurdistanê hat eskerekirin

13 February 2021 12:01 0 dîtin
Bernameya serdana Papayê Vatîkanê ya ji bo Herêma Kurdistanê hat eskerekirin

PeyamaKurd – Bernameya kar û serdana Papayê Vatîkanê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Mûsilê, Îro 12.02.2021ê li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hat belavkirin. Biryar e, roja 7ê Adara 2021ê, serdan pêk bê.

Li gor bernameya serdanê, rêûresma pêşwaziya Papayê Vatîkanê wê li balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê birêve biçe. Papayê Vatîkanê heman rojê, dê serdana Mûsil û qereqûşê jî bike.

Heman daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê dide zanîn, Papa Francis li hewşa Beyîe ya Mûsilê, dê rêûresmeke olî bo ruhê qurbaniyên şer birêve bibe. Pişt re li Dêra mezin a El-Tahîre ya Qereqûşê, dê li gel bawermendan rêûresma olî birêve bibe.

Herwiha, biryar e heman rojê rêûresmeke mezin li stadyûma Franso Herîrî ya Hewlêrê birêve bibe.