Wê Papayê Vatîkanê li Iraqê serdana Sîstanî bike

28 January 2021 20:04 0 dîtin
Wê Papayê Vatîkanê li Iraqê serdana Sîstanî bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Papayê Katolîkên Cîhanê Papa Franciscus di serdana xwe ya Iraqê de, wê serdana Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî jî bike.

Patrîkê Kildanî yê Katolîkî Louis Sako ji melpera nûçeyan a Vatican Newsê re ragihandiye; Papa Franciscus dê li bajarê Necefê serdana Elî Sîstanî bike û çend mijarên girîng wê gotûbêj bikin.

Louis Sako gotiye, nameyek derbarê aştiyê de li cem Papa ye û kurtasiya wê nameyê jî ew e ku "êdî şer bes e".

Beriya niha Vatîkanê ragihandibû ku wê  Papa Franciscus 5 Adara 2021ê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike ku 8ê Adarê jî serdana xwe bidawî bîne.