Çapemeniya Iraqê: Sedir serdana mala merciya Sîeyên Iraqê Elî Sîstanî kir

06 August 2022 16:30 0 dîtin
Çapemeniya Iraqê: Sedir serdana mala merciya Sîeyên Iraqê Elî Sîstanî kir

PeyamaKurd – Çapemeniya Iraqê diyar kir, Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir serdana mala merciya Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî kir.

Li gor çapemeniya Iraqê da zanîn, çûna Sedir a ji bo mala Sîstanî bi armanca beşdarbûna merasîma matema îmam Husên a meha Muherremê û bibîranîna şehîdkirina wî ye.

Hêjayî gotinê ye, Sedir niha pêşengtiya nerazîbûn û xwepêşandanên herî mezin li dijî hêzên din ên siyasî yên Şîe li ser pêkanîna hikûmetê dike.