Nûnerê NY yê Iraqê di demeke hestiyar de serdana Elî Sîstanî kir
PeyamaKurd - Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir, îro 4ê Mijdarê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Mihemed Hesan ji bo hevdîtina Lêvegerê Bilind ê Şîeyan Elî Sistanî çûye parêzgeha Necefê.
Çavkaniya Nûnertiya NY diyar kir, “Di demeke gelek hestyar de ku gef û girjiyên ewlehiyê li deverê û Iraqê zêde bûne, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYê Mihemed Hesan û şanda pê re gihîştin bajarê Necefê, ji bo ku bi Lêvegerê Bilind ê Şîeyan Elî Sistanî re bicivin.”
Piştî serdana Sîstanî, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê got: “Ez dilxweş bûm ku min Rêzdar Sistanî dît, herwihsa min guhdariya hikmeta wî û nerînên wî ji bo deverê û Iraqê kir û min bi wî re li hev kir ku, em ji bo bihêzkirina pêgeha Iraqê bi hevparî kar bikin.”
Hesan da zanîn, “Me tekez kir ku Neteweyên Yekbûyî dê li ser piştevanîkirina Iraqê berdewam be, herwiha Sistanî daxwaz ji min kir ku di berjewendiya Iraqê de erka xwe bi cih bînim. Sistanî pêşbîniyê dike ku Iraq pêwendiyên xwe bi cîranên xwe re bihêz bike û em bi piştgirîkirina berjewendiyên Iraqê pabend in û em destwerdanê nakin ji bilî ku bi şêwirmendiyê nebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin